PeyamaKurd - Rêveberê Saziya Tenduristiya Pêşmerge ragihand ku nexweşxaneyeke li Silêmaniyê hatiye karantîna kirin.
Rêveberê Saziya Tenduristiya Pêşmerge Dr. Şemal Cebar Yawer ji medya Kurdistanê re da xuyakirin: “3 karmendên Nexweşxaneya Şoreş bi vîrusa korona ketine.”
Dr. Şemal Cebar Yawer got: “Doh 7 karmendên wê nexwaşxaneyê testên wan hatine kirin, piştre bi wan testan derketiye ku 3 kes ji wan bi vîrusa korona ketine.”
Rêveberê saziya tenduristiya Pêşmerge da zanîn ku Nexwaşxaneya Şoreş a li Silêmaniyê piştî tûşbûna karmendan bi koronayê hatiye karantîna kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin