MSDê derbarê Tirkiyê û Ocalanî de daxuyanî da

MSDê derbarê Tirkiyê û Ocalanî de daxuyanî da

PeyamaKurd - Hevseroka Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) Emine Omer ragihand ku ji bo pirsa çareseriya Sûriyê rêya gotubêjan esas digirin û eşkere kir ku dawiya vê salê plan dikin ku kongreyekê li dar bixin.

Omer ji medyaya nêzîkî PKKê re axivîiye û diyar kiriye ku ji bo pirsa çareseriya Sûriyê rêya gotubêjan esas digirin û çi li Sûriyê û çi jî li derveyî Sûriyê bi gelek alîyan re gotubêj berdewam in.

 OCALAN Û TIRKIYE

Omer amaje kir ku peyama Ocalan ji bo gelên herêmê moralek e, “cihê kêfxweşiyê ye ku rewşa tendurisiya Abdullah Ocalanê ku di bin tecrîdê de ye baş e, ev yek ji bo gelê herêmê moral e.”

Ocalan di peyama xwe ya bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de destnîşan kiriye ku pirgirêk bi rêya gotubêjan têne çareserkirin. Em jî wekî MSDê di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk bi rêya gotubêjan çareser dibin lê ji Tirkiyê re hin şertên me hene.”

Hevseroka MSDê Emine Omer pirgirêka bi rêya gotubêjan tên çareserkirin, “hem bi rejîma Sûriyê re û hem jî bi aliyên din re em vêya diceribînin.”

‘EM PLAN DIKIN KU KONGREYEKÊ LI DAR BIXIN’

Emine Omer da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsa Sûriyê planeka xwe ya 6 mehî amade kirine, “Hem li Sûriyê û hem jî li derveyî welêt xebatên me yên çareseriyê berdewam dikin. Niha em bi gelek aliyan re gotubêj dikin. Di serî de em bi Fransa û Avusturyayê re û bi welatên ewropî re gotubêjan dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin