Kujerê Mûsa Anter “Yesil” dijî

Kujerê Mûsa Anter “Yesil” dijî

PeyamaKurd- Serokê daîra îstîxbaratê yê Erkanê Herb yê berê İsmail Hakkı Pekin di îfadeyê xwe yê dadgehê de ragihand ku Mahmut Yıldırım yê bi navê kod “Yeşil” dijî û niha tedawiya seretanê an ku pençeşêrê dibîne.

Dadgeha ku li doza kuştina Mûsa Anter û li birîndarkirina parlementerê AKPê Orhan Miroğlu dinêre de, serokê daîra îstîxbaratê yê berê İsmail Hakkı Pekin jî weka şahid hat guhdarîkirin. Doza kuştina Mûsa Anter û JİTEM ê niha bûne yek dosya û li Ankara dewam dike.

Pekin bi sedema ku di nîsana 2018an de tevlî bernameyeka televîzyonê bû û bi sedema beyanên wî yên li ser heman televizyonê ku behsa bûyera Yeşil (Mahmut Yıldırım), Musa Anter û Cem Eresever kiribû, bû sedem ku di dadgehê de bibe şahid. Lê di îfadeyên xwe yên îro de ragihand ku ew nizane “Yeşil” li ku derêye û li ku derê tedawî dibîne. Tenê ew zane ku dijî, dibe ku nasnameyeka cuda li ser hebe û hetta rûyê xwe bi emeliyatê guhertibe.

Pekin got ku ew di sala 1995an de Mahmut Yıldırım yê bi navê kod “Yeşil” li bajarê Ixdırê diye lê pêre xebat nekiriye û rê nedayê da nêzî wî bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin