PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf bo seredana 3 rojan çû payîtexta Iraqê Bexdayê. Tevî gengeşeya navbera Amerîka û Îranê seredana Zarîf bo Bexdayê balê kişand. Bexda berê ragihandibû ku ew dikare di navbera Amerîka û Îranê de navbeynkariyê bike.
Zarîf di çarçoveya seredana xwe de bi wezîrê karên derve yê Iraqê bi Muhammed Hekîm, serokkomar Berhem Salih û bi serokwezîr Adil Abdulmehdî re dê hevdîtinan bike. Piştî van seredanan dê bi temsîlkarên siyasî re hevdîtinan bike û derbasî Kerbela û Necefê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin