PeyamaKurd - Fermandarê pilebilind ê Pêşmerge û sererkanê berê yê artêşa Iraqê Babekir Zebarî da xuyakirin ku nabe yekîneyên 70 û 80 yên Pêşmerge wiha bimînin û divê bilez bibin yek.
Zêbarî ji BasNewsê re daye xuyakirin, “Lijneyên ku taybet bo vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî hatine avakirin, dê çend rojên din li hev bicivin û encamên karên xwe gotûbêj bikin. Ez dikarim bêjim gavên baş bo vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî hatine avêtin.”
Babekir Zêbarî destnîşan kir, gelekî pêwîst e ku Pêşmerge vegere deverên Kurdistanî çimkî hîn metirsiya DAIŞê li Iraqê maye.
Li ser yekgirtina hêzên Pêşmerge jî Zêbarî got, divê tevahiya pêşmergeyên Kurdistanê di bin banê Wezareta Pêşmerge de kom bibin. Nabe yekîneyên 70 (Pêşmergeyên YNKê) û 80 (Pêşmergeyên PDKê) wiha bimînin, divê bibin yek. Divê em di vî warî de lezê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin