"Divê dagirkeriya Kerkûkê bidawî were"

"Divê dagirkeriya Kerkûkê bidawî were"

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Wolter civiya û di hevdîtinê de behsa rewşa Kerkûkê kir û got: Pêwîst e zû di çarçoveya madeya 140 de rewşa navçeyên Kurdistanî bê çareserkirin û dagirkariya Kerkûk û wan navçeyan bidawî were.

Hat ragihandin ku Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazê li Cîgirê Berpirsê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Wolter û şanda ligel wî kir. Di hevdîtinê de behsa pêkhatên dawî yên ewlehî û siyasî li Iraqê û tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyên rizgarkirî bi giştî û derdora Kerkûkê bi taybetî hat kirin. Herdû aliyan gotûbêj derbarê qonaxa bê û rûbirûbûna terorîstan jî kirin.

Mesrûr Barzanî derbarê vê qonaxê amaje bi rewşa berê ya parêzgeha Kerkûkê kir û ragihand: “Dema Kerkûk û derdora wê di bin kontrola Pêşmerge de bûn pir aram û parastî bûn, lewma jî pêwîst e zû û li gorî pilanekê madeya 140 a destûr rewşa wan navçeyan bê çareserkirin û dagîrkerî li wir bidawî were.”

Mesrûr Barzanî herwiha got ku girîng e bawerî di navbera Hêzên Pêşmerge û Hêzên Iraqê de hebe.

Herwiha di civînê de, Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêbend e bi şerê xwe li dijî terorîstan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin