Li Cenevreyê pêscivînên Komîteya Destûrê dest pê kirin

Li Cenevreyê pêscivînên Komîteya Destûrê dest pê kirin

PeyamaKurd – Beriya civîna giştî ya Komîteya Destûrê ya 30yê Cotmehê îro li Cenevreyê pêşcivînên komên piçûk ên komîteya destûrê bi şandên welatên garantor Tirkiye, Rûsya û Îranê re dest pê kirin.

Li gorî agahiyan 150 endamên komîteya destûrê niha ji bo civîna sibe li Cenevreyê ne û koma piçûk a muxalîfan di komîteyê de, di nava xwe de û bi rayedarên welatên garantor re dest bi civînên destpêkê kirin.

Di nav koma muxalîfan de, herwiha 2 endamên Kurd ji ENKSê jî cî digirin û di nav amadekariyên rêveberiya nû ya Sûriyê de cih digirin.

Heta niha di serî de Amerîka, 15 welatan ragihandiye ku ew dê ji bo encamdana çêkirina destûra nû ya Sûriyê piştgiriyê bidin.

Li gorî çavkaniyan koma piçûk a muxalîfên Sûriyê ku Amerîka piştgiriya wê dike, dixwaze li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî li pey nivîsandina destûrê hilbijartinên giştî li Sûriyê encam bidin û hikûmeta veguhêz were avakirin.

Çav li rê ye, pêşnûmayên destûrê yên ji aliyê desteya nivîsandina destûrê ya 45 kesî ve hatine amadekirin,  li ber 150 endamên komîteyê biçer ber dengdanê û heger ji aliyê herî kêm ji sedî 75ê  endaman ve were pesendkirin, dê pêşnûmaya destûrê were qebûlkirin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin