Li Misrê her diçe berhemên ji hev bi qedirtir tên dîtin

Li Misrê her diçe berhemên ji hev bi qedirtir tên dîtin

PeyamaKurd- Li welatê Misrê ji kolandinên binê erdê de, mûmya û peykerên ku aîdê dewra Fîre’wnê Misrê ne hatin dîtin. Di nav berheman de 5 heb mûmyayên pisîkan hene lê dibe ku 2 ji wan yên têjikên şêran bin. Di xebatan de 25 sindoq mûmyayên ajalan hatin dîtin.

Wezîrê berhemên dîrokî yên Misrê Xalid El Ananî li ciyê xebatê li bajarê Gîzayê li devera Saqarayê civîneka çapemeniyê lidar xist. Ananî got di encama xebata heya niha de 75 peykerên pisîkan û pisîkên ku hatine mûmyakirin bi tevî 25 sindoqên nivîsên hiyeroglif li ser wan ku sindoq bi wan hatine nexşandin, hatine derxistin.

Di nav sindoqan de 5 heb mûmyayên pisîkan derketin. Lê ji wan 2 heb yên têjikên şeran in. Eger bê îsbatkirin ku yên têjikên şêrane, wê bibe cara yekem ku mûmya şêra bê keşifkirin.

Di xebatên arkeolojîk de, conegayê Apis yê dewra Fîrewna ku di wê demê de pîroz dihat qebûl kirin, timsahên biçûk û peykerên xwedayên Fîre’wnan jî hatine dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin