PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakci berya civîna li Pakistanê dest pê bike diçe seredana Umman, Rûsya û Pakistanê. Di mijara seredanan de pêşdeçûnên li herêmê û koordinasyona dîplomatîk heye.
Li ser hevdîtina cara duyem ya li Îslamabad a Pakistanê ku dê her dû teref havdîtinan bikin an nekin, munaqeşe dewam dikin û di mijarê de xeberên dijber hene.
Wezîr Abbas Arakci ragihandina gera xwe ya ji bo 3 welatan di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir. Arakci di ragihandina xwe de got:
“Ez ji bo seredana Îslamabad, Maskat û Moskovayê dertêm gerê. Armanca seredanê; di mijarên duqolî de avakirina koordînasyonêye, di mijara pêşdeçûnên di herêmê de, danûsitendina fikraye. Cîranên me berya her tiştî tên.”
Umman û Pakistan berê di navbera Îran û DYA de navbeynkariyê kiribûn. Armanca seredana Pakistanê jî tê gotin ku ji bo hevdîtinan zemînekî amade bikin.