Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro xwendina rûbirû destpê dike

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê îro xwendina rûbirû destpê dike

PeyamaKurd -  Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya “normalbûna gav bi gav” ya pêvajoya tedbîrên Koronayê ku di 1ê Hezîranê de destpê dike de, perwerdehiya rûbirû hate sererastkirin.

Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyê Ziya Selçuk da zanîn, dê sibê ji bo dibistanên seretayî hefteyê 2 rojan û ji 7ê Hezîranê ve ji bo xwendekarên dibistanên navîn û lîseyê perwerdehiya rû bi rû destpê bike.

Di derbarê perwerdehiya rû bi rû de, Ziya Selçuk li ser hesabê xwe yê twitterê eşkere kir: “Ji sibê şûn de, xwendekarên me yên dibistana seretayî, ji 7ê Hezîranê roja Duşemê pê ve ji bo xwendekarên xwe yên dibistana navîn û lîseyê, heftê du rojan dest bi perwerdehiya rû bi rû dikin.”

Herwiha Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê jî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û destnîşan kir: “Ji 1ê Hezîranê roja Sêşemê pê ve, li hemû dibistanên seretayî û polên zarokxaneyên di bin dibistanan de ne, dê heftê du rojan dest perwerdehiya rû bi bikin.

Ji 7êHezîranê roja Sêşemê pê ve jî, dê li hemû dibistanên me yên navîn û Liseyan heftê 2 rojan perwerdehiya rû bi rû were kirin. Li dibistanên me yên li gundan û jiyanghên ku hindik niştecîh lê dijîn, dê ji 1ê Hezîranê roja Sêşemê pê ve hefteyê 5 rojan perwerdehiya rû bi rû ya tam wext destpê bike. Sala xwendinê ya 2020-2021 dê 2ê Tîrmehê roja Înê bidawî bibe."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin