Silêman Oso wek serokê nû yê ENKSê hat destnîsankirin

Silêman Oso wek serokê nû yê ENKSê hat destnîsankirin

PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya îro 5ê Hezîranê de, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê (PYK-S) Silêman Oso weke Serokê nû yê ENKSê destnîşan kir.

Desteya Serokatiya ENKSê ragihand, desteyê di civîna 5ê Hezîranê de, mijarên di rojeva karê xwe de gotûbêj kir û Silêman Oso wek Serokê ENKSê ji bo serdema niha destnîşan kir.

Hêjayî gotinê ye, li gorî rêzikên navxwe yên ENKSê her şeş mehan carekê serokê ENKS û serokê Encûmenên Xwecihî têne guhertin.

Silêman Oso kî ye?

Silêman Oso sala 1959 li gundê Tel Dîk ê navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê ji dayik bûye û ji dawiya salên heftêyî yên di siyaseta Kurdî de cî digre.

Silêman Oso di heyama kar û xebata xwe de gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin. Di Kongreya Nehemîn a Partiya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê de, (23-24 Kanûna 2022an) ji bo cara duyem wek sekreterê PYK-Sê hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin