Sine | Rejîma Îranê aktîvîsta kurd girt û tu xeber jê nayê wergirtin

Sine | Rejîma Îranê aktîvîsta kurd girt û tu xeber jê nayê wergirtin

PeyamaKurd – Ayda Emûyî aktîvîsta kurd abmafê jinan li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îdareya Îtila’ata rejîma Îranê ve hat girtin û tu xeber jê nayê wergirtin.

Raporeke ku gihaye ber destên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, êvara roja Înê 17ê Çileya 2025an, Ayda Emûyî (40) aktîvîsta mafê jinan a ji bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îdareya Îtila’atê (dîsîplîn) ve hatiye girtin û nayê zanîn bê ka li ku tê ragirtin.

Jêdereke nêzî malbata Emûyî, ji Hengawê re diyar kiriye ku hêzên îdareya Îtilaatê Ayda Emûyî li salona werzişê ya wê (salona tekwando) bê nîşandana belgeyeke hiqûqî û bi îşkenceya fizîkî girtiye. 

Wekî din Hengaw derbarê vê aktîvîsta kurd de dibêje: “Ew zewicî ye û dayika 2 zarokan e û çend meh berê jî hêzên rejîmê ew bi riya telefonê gelek caran tehdît kirine.”

Hengaw tekez dike ku heta ku ev rapora xwe belav kirine jî derbarê wê de tu agahî nehatine wergirtin bê ka li ku tê ragirtin an jî bi çi tohmetê hatiye girtin.

Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.