Sîrwan Rojbeyanî dîsa bû cîgirê parêzgarê Nînowayê

Sîrwan Rojbeyanî dîsa bû cîgirê parêzgarê Nînowayê

PeyamaKurd – Encûmena Parêzgeha Nînowayê di civîna xwe ya îro de Sîrwan Rojbeyanî careke din weke Cîgirê Parêzgarê Nînowayê hilbijart.

Di civîna encûmena parêzgeha Nînowa de ku îro (10.02.2024) bi amadebûna hemû endaman hat lidarxistin, Sîrwan Rojbeyanî wek yekem cîgirê parêzgarê Nînowa hat hilbijartin.

Di civînê de ku di navbera lîsteya Mwahad a Nînowa û Kordînasyonê de, derbarê cîgirê duyemîn ê parêzgar de lihevnekirin derket, Omer Namîk Molla ji Çarçoveya Koordînasyonê bû alîkarê duyemîn.

Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê li parêzgehên derveyî Herêma Kurdistanê di 18ê Kanûna 2023an de hatin lidarxistin.

Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku di hilbijartinên encumenên parêzgeha Nînowa de 906 hezar û 294 deng bi 29 kursiyan hatine dabeşkirin: 19 kursî ji bo mêran, 7 ji bo jinan û 3 jî bo kota.

PDKê di dema ku 4 kursî di meclisa parêzgeha Nînowa de bi dest xist, yekem car cîgirê yekem yê parêzgariyê jî wergirt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin