PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li ser sînorê Idîrê di navbera artêşa Tirkiyê û gêrilayên PKKê de şer derketiye û di encama wî şerî de 2 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye û 5 jî birîndar bûne.
Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê ku xwedispêrê çavkaniyên ewlekariyê li Idîrê di navbera artêşa tirk û gêrilayên PKKê de şer derket. Li gorî zanyariyên berdest di wî şerî de 2 leşkeran canê xwe ji dest da û 5 leiker jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar rakirin nexweşxaneyan û ji bo teqwiyeyê hêzên nû bo herêmê hatin şandin.
Ji aliyê din ve PKKê heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin