PeyamaKurd- Bo şaredariya Pasûrê (Qulp) jî ji aliyê dewletê de qayyûm hat tayînkirin. Şaredarê Pasûrê yê HDP yî Mehmet Fatih Taş, bi sedema teqîna li ser rêya Pasûr û Mûş ê ku tê de 7 kes miribûn û 10 kes birîndar bûn hate zîndanîkirin û di şûna wî de qeymeqamê Pasûrê bû qayyûm. Şaredarê berê Taş bi tewana ‘propaganda rêxistina terorê’ û ‘bi sedema endamê rêxistina terorê’ ye, bi biryara dadgeha Sulh Cezayê ya Pasûrê hat zîndanîkirin.
Di beyana parêzgehiyê de hat ragihandin ku şaredarê zîndanîkirî bi biryara wezareta karên hundir ,bi sedema tedbîrê ji wezîfa xwe hatiye dûrkirin. Heya biryareka dinê ya nû wê qeymeqam wezîfa şaredariyê bimeşîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin