SOHR: HSDê li Eyn Îsayê 2 çekdarên SMO kustin

SOHR: HSDê li Eyn Îsayê 2 çekdarên SMO kustin

PeyamaKurd – Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê London e (SOHR) ragihand ku di encama şer û pevçûnên navbera wan û HSDê de, 2 çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê yên opozisyonê (SMO) li gundewarê Eyîn Îsa hatin kuştin.

SOHRê da xuyakirin ku êrîşa komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve li gundewarê Eyîn Îsa ji aliyê hêzên HSDê ve hatiye têkişikandin û di şerê navbera wan û HSD de 2 çekdar hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûne.

Li gorî SOHRê li gundewarê Helebê jî hêzên Tirkiyê bingehên YPGê li gundê Merennaz kirine e armanc, lê zîyanên wê êrîşê hîn nayên zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin