PeyamaKurd – Li 35 gund û mezrayên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîse, li 35 gund û mezrayên nav sînorên parêzgehê, bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wan deveran, qedexeya derketina derve ragihandine.
Parêzgariyê daye zanîn, li ser agahiyên avakirina stargeh û şikeftan ên gerilayên PKKê li wan cihan qedexe hatiye ragihandin.
Parêzgariyê eşkere kiriye, ew qedexe dê îro (12ê Hezîranê) ji saet 7:30an şûn de destpê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin