PeyamaKurd – Kujerê polîsê navçeya Koyê ya Hewlêrê hat desteserkirin û niha li binkeya girtin û veguhiztinê de li Koyê tê ragirtin.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand, derengiya şeva derbasbûyî, 27.04.2020, ew kesê ku teqe li polîsê Rêveberiya Polîsê Koyê kir û ew kuşt, hatiye desteserkirin.
Qaymeqamê Koyê Yusif Hesen jî da xuyakirin, “Doh hêzeke polîs çû ber deriyê mala tohmetbarekî ku bi tohmeta diziyê ji aliyê dadgehê ve hatibû daxwazkirin, wî kesê tohmetbar jî teqe li hêza polîs kir û di encamê de polîsekî bi navê Kameran Luqman can da.”
Li gorî zanyariyan ew tohmetbar berî niha li gor madeya 443 fermana desteserkirinê bo hatibû derxistin.
Berdevkê Polîsê Hewlêrê da zanîn ku wê sizayê wî qatilî girantir bibe, ji ber ku berê jî li gor madeya 443 biryara desteserkirinê derbarê wî de hatibû derxistin û dê niha li gor madeya 406 jî bê darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin