PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani li ser êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê, di rêya telefonê de êrîşê şermezar kir û ferman da ko komîteyekî lêpirsînê ava bikin.
Naveroka esasî ya axaftina navbera Barzanî û Sûdanî êrîşa ser xaniyê li Duhokê yê serok Barzanî bû. Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku Sûdanî bi tundî êrîşê şermezar kiriye. Sûdanî gotiye ku divê rûdan zelal bibe, lêpirsîna rûdanê bibe, tesbîta nasnama êrîşkeran bibe, li ber qanûnan bên darizandin û ji bo vêya jî tîmekî teknîkî ji Iraqê û Kurdistanê bê avakirin.
Di daxwuyaniya Sûdanî de hat gotin ku Sûdanî destekê dide serokê Herêma Kurdistanê, sekna Barzanî ya di mijara netewî û di xwurtkirina pêwendiyên di navbera pêkhateyên Iraqê de, xebata wî bilind nirxandiye.
Di axaftina telefonê de her dû lîder li ser rewşa Iraqê û rûdanên li Rojhilata Navîn axifîn. Sûdanî weha got:
“Hukumeta me îznê nade ti avahiyekî an ku rêxirawekî di derveyê yasayan de, çi yên nav Iraqê, herêmê an ya navdewletî ku Iraqê bixe nava şerê heyî an jî dijberiyên heyî.”