Sûriye: Êrîşa ser mala mala Nêçîrvan Barzanî ‘terorîstî’ ye

Sûriye: Êrîşa ser mala mala Nêçîrvan Barzanî ‘terorîstî’ ye

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve û Koçberan a Komara Erebî ya Sûriyeyê, êrîşên ku mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiribûn armanc bi tundî şermezar kir.

Wezaretê di daxuyaniya ku îro roja Yekşemê belav kir de diyar kir ku ev êrîşên ji aliyê komên deryasayî ve hatine encamdan, "çalakiyên terorîstî" ne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevgerên bi vî rengî ewlehî û aramiya Iraqê û herêmê dixe xetereyê û li dijî prensîbên hiqûqa navneteweyî ne.

Piştgiriya Sûriyeyê bo yekparçeyiya xaka Iraqê

Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de careke din dubare kir ku piştgiriya wan a ji bo aramî û yekparçeyiya xaka Iraqê naguhere û herwiha her cure destwerdana çekdarî ya di karên navxweyî yên welat de red dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşa dronî ya ser mala Nêçîrvan Barzanî ya Duhokê, şevê din jî êrîşên nû li ser heman deverê û seranserê Herêma Kurdistanê ji aliyê komên girêdayî Îranê ve hatin encamdan.