PeyamaKurd - Hûrgiliyên civîna sêyemîn serokên partiyên ku di hilbijartinên Kerkûkê de bi ser ketin û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sûdanî a ku li Encumena Parêzgeha Kerkûkê pêk hat derketin holê.
Li gorî jêderekî ku beşdarî civînê bûye lê belê nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, di civînê de Serokwezîr Sûdanî 2 hefte dem daye aliyan ku li ser parêzgarî û serokatiya encûmena parêzgehê bigihin rêkeftina dawî.
Jêder eşkere kir ku Sûdanî ji bo li gorî prosedurên destûrê rêveberiya herêmî saz bikin û civîna encumena parêzgeha Kerkûkê pêk bînin, du hefte dem daye partiyan.
Li gorî agahiyên ku jêder daye, di civînê de Ereb û Tirkmenan li ser parvekirina desthilatê ya li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê û guhertina postê parêzgar li hev kirine, lê belê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihandiye ku ji ber di hilbijartinan de piraniya kursiyên encumena parêzgehê bi dest xistiye postê parêzgariyê mafê wan e û ew li ser vî hîmî razî ne ku postên mayî li alîyên din yên sîyasî bêne parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin