Gerasîmov: Me YPG ji ser sînorên Tirkiyê derxist

Gerasîmov: Me YPG ji ser sînorên Tirkiyê derxist

PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand ku wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji sînorê ligel Tirkiyê hatiye derxistin.

Wezîrê Berevaniyê û Sererkanê Rûsyayê Valery Gerasîmov li Moskowê di civîneke rojnamevanî de raghand, YPG bi kurahîya 30 km ji sînorê ligel Tirkiyê hatiye vekişandin û polîsên sleşkerî yên Rûsya û hêzên Sûriyê li Kobanîyê û navçeya Cizîrê belav bûne.

Gerasîmov da zanîn ku rizgarkirina herêmên rojhlatê Firatê erkên polîsên wan yên leşkerî zêde dike, ji ber wê jî divê yekîneyên zêdetir ji polîsên leşkerî yên Rûsyayê bi awayekî demkî li wê herêmê werin zêdekirin.

Sererkanê Rûsî got: “Polîsên me gerên çavdêriyê li Cizîrê û Kobanîyê pêk tînin û herwiha çavdêrîya rêkeftina rawestandina şer ligel Tirkiyê jî dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin