PeyamaKurd – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Karûbarên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, êrîşa li ser bingeha Hevpeymanan li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand: “Ev bûyerên wiha bi tu awayî nikarin gelê Kurdistanê ji pêkvejiyana aştiyane û ewlehî û îstiqrarê dûr bike, ku erka me ya herî li pêş e.”
Sefîn Dizeyî êrişa şeva bihorî ya bo ser bingeha Hevpeymanan li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê weke “êrişeke tirsonekî” bi nav kir û got: “Tevahiya şandên dîplomatîk û ajansên navdewletî û rêxistinên nehikûmî û biyaniyên niştecî li Hewlêrê piştrast dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo eşkerekirina encamderên vê êrişê û parastin û dabînkirina ewlehiya temam ji bo hemûyan û sizadana tawanbaran, tevahiya şiyanên xwe bi kar tîne.”
Derdora saet 09:50an de, şeva 14ê Nîsanê êrîşek li dijî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan. Saziya Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê diyar kir, êrîş bi moşekekê bûye û moşek li nêzîkî balafirxaneyê ketiye xwarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin