PeyamaKurd - Biryar e îro Sêşemê (14.04.2020) odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê ya tekoşîna hember vîrusa koronayê bicive û çendîn biryarên asankariyê bo hemwelatiyan vergire.
Li gor zanyariyên nûçeya Basnewsê, îro piştî nîvro odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê dê bicive.
Li gor zanyariyanguftûgo derbarê hin guhertinên rênmayî û biryarên qedexeya hatûçûnê de dê bên dayîn. Bi taybet derbarê vekirina hin cîha de dê biryar bê dayîn. Herwaha derbarê hin deman de jî dê guhertin bên kirin, ku bibe asankariyek bo karûbarên rojane yên hemwelatiyan.
Herwiha odeya operasyonên parêzgeha Hewlêrê baş dibîne ku qedexeya hatûçûnê bê dirêj kirin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin