PeyamaKurd- Zanyarên tenduristiyê yên Amerîkayê tehlîlên ji ciyên cuda ji ava Gola Superiorê ya li Amerîkayê kirine û encama tehlîlan gelek xeter derketine ku av tije vîrusên Kovid-19 ê ne. Li gor pêzanîna zanyaran bi sedema ku li ava golê avjenî têkirin, vûrus ketine nava ava golê.
Ragihandina mijarê ji aliyê zankoya Minnesota ya Fakulteya Tibê de hat kirin. Gola Superiorê ciyekî geştûguzariyê ye û ji 8 ciyên cuda yên golê nûmûne girtine bo tehlîlan. Li ser mijarê ji lêkolîneran Dr. Richard Melvin, ragihand ku difikirin vîrus ji avjenan gihaye avê.
Encama ava golê nîşan dide ku li her derê dinyayê kesên ku di avê de avjenî dikin û eger bi wan re vîrusa Kovid-19 ê hebe, dikare ji avê vîrusê bigre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin