PeyamaKurd- Li başûrê Çînê li devera Fujianê otêleka ku bo nexweşên vîrusa koronayê hatibû girtin û nexweş lê diman roxiya û di encamê de 70 kes di bin de man. Ji ekqaza otêlê 28 kes jî hatin rizgarkirin.
Dîdarên ku bûyerê dîne, gotine ku berya otêl biroxe, dengê teqînekî hatiye. Tîmên rizgarkirinê niha dixebitin da kesên di bin enqazê de mane, rizgar bikin.
Li welatê Çînê li gor rêjeyên çapemeniyê heya niha di ser 3 hezar kesî de jiyana xwe ji dest dane. Heya niha li dora 55 hezar kes ji nexweşxaneyam derçûne malen xwe û hêdî hêdî jimara nexweşan dadikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin