HSD ji rojhilatê Girê Sipî vedikise

HSD ji rojhilatê Girê Sipî vedikise

PeyamaKurd - Di çarçova rêkeftina herêma ewle de, karwanê sêyemîn yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji rojhilatê bajarokê Girê Spî vekişiya.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kir, HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tunelên xwe yên berevaniyê yên berî demekê kolandibûn hilweşandin û sêyem karwanê ji 3 gundên rojhilatê bajarokê Girê Sipî vekişand.

Ji aliyê xwe ve, serkirdê di Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî Xelîl Xelefo ragihand, ew li gor rêkeftinên Amerîka û Tirkiyê kar dikin û encûmena wan dê valahiya ku HSD û YPG li pişt xwe dihêle dagire.

Li gor rêkeftina Amerîkî – Tirkî derbarê avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê de, hêzên HSD û YPGê 5 heya14 kîlometreyan ji sînorê Tirkiyê dûr dikeve û çekê wan dê bi 20 kîlometre dûrî sînor bin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin