PeyamaKurd - Di xwepêşandanên îro yên li bajarê Nasiriye yê Iraqê de, bi destê hezên ewlekariyê 13 kes hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn. Dîsa di encama gulebarana hêzên ewlekariyê bi ser xwepêşanderên Necefê de jî tê ragihandin ku bi kêmî 14 kes hatine kuştin.
'Tora Nûçeyan a Nasiriye' ragihand ku îro 13 xwepêşandar di xwepêşandanên li Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê hatine kuştin ku xwepêşandan û alozî jî hîn berdewam dike.
Li Iraqê ji 1ê Cotmehê ve xwepêşandan berdewam dikin û heta niha zêdetirî 300 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar bûne.
Herwiha şeva borî jî xwepêşanderan agir berdabû konsûlxaneya Îranê ya li Necefê û qedexe hatibû ragihandin.
Li gorî zanyariyan li Necefê jî di encama gulebarana hêzên ewlekariyê de, 14 xwepêşanderan can daye û 50 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin