PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê îro deriyê namzetkirina posta Serokê Herêma Kurdistanê vedike û tê pêşbînîkirin di dawiya hefteya bê de Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin.
Parlamentera PDKê Ciwan Rojbeyanî ji K24ê re ragihand ku îro 12ê Gulanê deriyê xwenamezkirinê vedibe û 3 roj li pêş partiyan heye daku namzetên xwe diyar bikin û radestî Serokatiya Parlemantoyê bikin.
Rojbeyanî got, “Em wek PDKê ji demekê ve me namzetê xwe ji Serokatiya Herêmê re diyar kiriye û ew jî Birêz Nêçîrvan Barzanî ye.”
Dê Parlemantoya Kurdistanê li demeke nêzîk 2 hilbijartinan bike. Yek jê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê ya din jî hilbijartina Serokê Parlemantoyê ye.
Li gorî rêkeftina YNK û PDKê posta Seroktiya Parlamentoyê ya YNKê ye û wê bo wê postê namzetên xwe diyar bike ku ew prose jî piştî hilbijartina Serokê Kurdistanê encam dide.
Desteya Parlamentoya Kurdistanê ji bo diyarkirina roja destpêkirina namzetbûnê dicive. Dê Parlamentoya Kurdistanê îro yekşemê dest bi qebûlkirina namzetên seroktiyê bike. 14ê Gulanê roja Sêşemê jî dema namzetbûna seroktiyê bidawî dibe.
Serokê Herêma Kurdistanê vê care di nava Parlemantoyê de tê hilbijartin. Tê pêşbînîkirin di dawiya hefteya bê de hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê birêve biçe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin