PeyamaKurd - Li gor amarên giştî yên Ofîsa Rizgarî û Revandiyên Êzidiyan ku navenda wê li Duhokê ye, hîn zêdetirî 3 hezar Kurdên Êzidî yan di destê DAIŞê de ne, yan jî li benda rizgarkirinê ne.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta niha aqûbeta 3 hezar û 84 Kurdên Êzidî nayê zanîn û ti amarên derbarê jiyan û mirina wan de li ber destê wan tune ne.
Ofîsê ev amar derbarê Kurdên Êzidî de belav kirin:
Hejmara giştî ya Kurdên Êzidî li Iraqê: 550 hezar
Kurdên Êzidî yên koçber bûne: 360 hezar
Yên ku di êrîşan de can dane: Hezar û 293
Zarokên êzidî yê bavê wan hatine kuştin: 759
Zarokên êzidî yên diyên wan hatine kuştin: 407
Hejmara zarokên bê dê û bav mane: 259
Zarokên di destê DAIŞê de ne: 220
Hejmara gorên bikom ên hatine vekirin: 69
Hejmara cihên pîroz ên DAIŞê teqandine: 68
Êzidiyên koçî Ewropayê kirin: 90 hezar
Hejmara Kurdên Êzidî yên hatine rizgarkirin: 3 hezar 333
Hejmara êzidiyên di destê DAIŞê de ne: 3 hezar 84
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi êrîş û dagirkeriya 3yê Tebaxa 2014an a terorîstên DAIŞê re, 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî hatibûn revandin û bi hezaran jî hatibûn qetilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin