Tenduristiya Silêmanî: Eger hikûmet bêxem ba dê herêma Kurdistanê wek Îtalya lê hatiba

Tenduristiya Silêmanî: Eger hikûmet bêxem ba dê herêma Kurdistanê wek Îtalya lê hatiba

PeyamaKurd - Cîgirê rêvegberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê ragehand, metirsiya şewba korona wek xwe maye û pêwîst e hemwelatî xweparastinê berdewam bikin.

Li gorî nûçeya Basnews ê, cîgirê rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Hêrîş Selîm got: ‘’Metirsiya şewba vîrusa korona(Covid-19) li herêma Kurdistanê wek xwe maye, eger hemwelatî xwe neparêzin egerekî mezin heye bi awayekî metirsîdar şewb belav bibe. Lê me kariye bi awayekî baş tekoşînê li gel bikin û hemwelatiyan ji wê şewba metirsîdar biparêzin.’’

‘Metirsiya wê vîrusê her maye eger hemwelatî xemsar bin dê dubare ew vîrus serî rake’


Herwaha Dr.Selîm got: ‘’Çend roje ti berketinek li herêma Kurdistanê nehatiye tomar kirin û ewên ber vîrusa korona ketibûn jî waye rewşa wan a tenduristiyê baş dibe. Ji ber wê em daxwaz ji wan ên ber vîrusê jî ketibûn dikin ji xwe parastinê sar nebin û bila wisa nêzîk nebin ku demek ti berketinek nehatiye tomar kirin û êdî vîrus nemaye. Berevajî wê metirsiya wê vîrusê her maye û eger hemwelatî xemsar bin dê dubare ew vîrus serî rake.’’

‘Daxwaz ji hemwelatiyan dikin xweparstinê berdewam bikin’


Hêriş Selîm got: ‘’Bendewarî heye şepoleke din ê vîrusa korona serî rake. Ji ber ew vîrus nehatiye tine kirin û li cîhanê çareseriya wê jî tine û pileya germê jî bilind nebûye. Ji ber wê em nizanin dê heta kengî ew vîrus bimîne. Ji ber wê em daxwaz ji hemwelatiyan dikin xweparstinê berdewam bikin.’’

Hêriş Selîm ragihand: ‘’Eger hikûmeta herêma Kurdistanê tekoşîna hember vîrusa korona de bêxem ba herêma Kurdistanê dê wek Îtalya lê hatiba. Lê bi keyfxweşî ve hemwelatî jî bi awayekî baş tevgeryan li hember metirsiya vîrusê û karîn temamê rênmayiyan bicîh bînin. Ji ber wê jî hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê û bicîhanîna rênmayiyan ji aliyê hemwelatiyan ve, sedemê serekî bûn bo ku ew şewba li herêma Kurdistanê pir pêşnekeve.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin