Terorîstên DAISê ji ber operasyona Pêsmerge reviyan

Terorîstên DAISê ji ber operasyona Pêsmerge reviyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro danê sibê li sînorê Germiyan operasyonek li dijî terorîstên DAIŞê pêk anîne û rûbirûyî hev bûne.

Li gorî nûçeya Rûdawê Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Germiyan Qareman Kemal ragihand ku îro Yekşemê 9ê Sibatê li herêma Germiyan û derdora wê  operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê hatiye kirin û got: “Operasyon li ser daxwaza xelkê navçeyê hatiye kirin.”

Qareman Kemal daye zanîn ku Hêzên Pêşmerge di wê operasyonê de rûbirûyê terorîstên DAIŞê bûne, lê DAIŞî cihê xwe hiştine û reviyane.

Qareman Kemal diyar kiriye ku bombeyeke berê hatiye vedan dema operasyonê teqiya ye û di encama wê teqînê de pêşmergeyekî ser bi yekîneyên 70êmîn ve birîndar bûye, lê metirsî li ser jiyana wî nîne.

Li gorî daxuyaniyên Cîgirê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Germiyanê, liv û tevgera terorîstên DAIŞê li navçeyê zêde bûye û ew operasyon li ser daxwaza xelkê herêmê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin