PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê, di pevçûna navbera hêzên artêşa wan û hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKê li hemberî hêzên wan çalakiyekê pêk anîne.
Di çalakiya şervanên PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
Wezaretê herwiha angaşt ku 6 şervanên PKKê jî canê xwe ji dest daye.
Heta niha PKKê di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin