PeyamaKurd – Tirkiye siet di 22.00 an de, êrîşên hewayî bir ser nêzî kampa Mexmûr, Şengal û Dêrikê. Di heman wextê de êrîş birin ser qûntara çiyayê Şengalê li devera Çil Mêra xist. Balafirên Tirkiyê her weha li gundê Teqil Beqil a bi ser Dêrikê xistin.
Qeymeqamê Mexmûrê ji bo Rûdawê ragihandiye ku hêj agahî bidest nexistine. Qeymeqam weha got:
“Kampa penaberan ya Mexmûrê bombe kirin, bombe ketin nav kampê û çiyayê nêzî wê.”
Li gor fermandarê hêzên Pêşmerge yê Giwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî ku ji bo Rûdawê ragihandiye, gotiye li dora siet 22.00 an, balafirên Tirkiyê li ser sînorê Çiyayê Qereçoxê, kampa Mexmûrê bombebaran kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin