Tirkiyê hemû rêyên çûnûhatina bi Îranê re rawestand

Tirkiyê hemû rêyên çûnûhatina bi Îranê re rawestand

PeyamaKurd – Piştî belavbûna nexweşîna vîrusa koronayê li Îranê ku li bajarê Wanê jî 5 kes bi gumana wê vîrusê di bin çavdêriyê de ne, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê biryara ragirtina sînorê ligel Îranê da.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca jî di daxuyaniyeke xwe de ragihand, “Îro li demjimêr 17:00 her cure çûnûhatina bi rêyên ezmanî, bejahî û rêhesinî hatin ragirtin.”

Qeymeqamê Idîrê jî ragihand ku deriyê bejahî yê ligel Îranê hatiye ragirtin û da xuyakirin, her cure tedbîrên tenduristiyê hatine standin û ew ji nêzîk ve rewşê dişopînin.

Li Îranê li gorî amarên fermî heta niha 8 kesan ji vîrusa koronayê can daye û li 43 kesan jî belav bûye.

Herî dawî şevê din 3 kesên ji Îranê derbasî Wanê bûbûn bi gumana hebûna vîrusê li nexweşxaneya lêkolînê ya Wanê hatin razandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin