PeyamaKurd - Balafirên şerî yên Tirkiyeyê cihekî nêzî navenda Nahyeya Bamernê bombebaran kir, welatiyek şehîd kir û sê welatiyên din jî birîndar kirin.
Hatiye ragehandin ku sibeha îro di 5ê Berfembar a 2023an de, balafirên şerî yên Tirkiyeyê cihekî nêzî navenda Nahyeya Bamernê bombebaran kir, welatiyek şehîd kir û sê welatiyên din jî birîndar kirin. Birîndarên biberketiyên bomberanê ji bo nexweşxaneya hawarhatinê ya Dihokê hatine veguhastin”.
Ew bombebaran nêzî seet 7:00 ê sibeha îro hatiye kirin û ev cara yekê ye ew cih tê bombebarankirin.
Mamê Metîn Sedîq ku yek ji birîndarên îro ye Bazîd Cemîl, ragehand ku “Saxlemiya Metînî baş e lê me ew nedîtiye ji ber ku rêyê nadin me ku em biçin jor”.
Nahyeya Bamernê girêdayî qezaya Amêdiyê û parêzgeha Dihokê ye. Ew cihê ku hatiye bombebarankirin, wekî ku mamê Metînî behs kir, “Tenê 200 metran ji navenda nahyeyê Bamernê dûr e. Par jî nêzî vî cihî hat bombebarankirin lê par çi kesek şehîd nebû. Vê carê me şehîdek û sê birîndar hene”.
Bazîd Cemîl herwesa amaje da, “Metîn û çend hevalekên wî her roj bi belênderekî re li wî cihê hatiye bombebarankirin karê çandinê dikin”. Herwesa got, “Ew bombebarankirin bi behaneya hebûna çekdarên PKKyê hatiye kirin, em daxwazê ji hemî aliyan dikin ku arêşeya navbera Tirkiye û PKKyê çare bikin, ji bo ku çi kesên din nebin qurbaniyên hevrikiyên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin