PeyamaKurd - Biryar bû îro Şemiyê (05.10.2019) Parlamana Iraqê derbarê xwepêşandan û rewşa welat de civîneke lezgîn pêk bîne lê civîn pêk nehat.
Li gor zanyariyên berdest, ji ber piraniya hejmara amadebûyên parlamenteran, civîn pêk nayê û serokê Parlamana Iraqê Mihemed Helbûsî jî biryar daye civîna bilez bike civîneke şêwirê û guftûgoyê.Helbûsî piştî şikesta civîna Parlamana Iraqê, pêşwaziyê li hejmarek nûnerên xwepêşandanên welat kiriye bo çareser kirina rewşa Iraqê.
Berî niha Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Mîrza ji ragihandibû, tevahiya fraksiyonên Kurdistanê biryar dane beşdarî wan civînên parlamanê nebin.
Roja înê 04.10.2019ê Hevpeymaniya Saîrun û Eniya Wetenî biryar dan karên xwe yên li Parlamana Iraqê rawestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin