PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek piştî hevdîtinên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihand, ew gelekî pê kêfxweş in ku Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest bi kar dikin.
Andrew Peek ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, “Pêwendiyên me yên baş û bihêz bi Herêma Kurdistanê re hene” û wiha axivî:
“Em xweşhal in bi destkarbûna Serokê nû û Serokwezîrê nû yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev qonaxeke mezin e ji Herêma Kurdistanê re û gelek kar li pêşiya me heye ku em bi hev re bikin.”
Peek got, “Di baweriya min de, xelkê Kurdistanê bi vê cure serkirdatiyê bextewar e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin