PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ev du roj in topxaneyên Supaya Pasdaran a Îranê, bi taybet piştî berfirehbûna serhildana gelê Rojhilatê Kurdistanê topbarankirina sînorên Biradost û Sîdekanê berdewam dikin ku hîn jî topbaran berdewam e.
Li gorî zanyariyan, topxaneyên Îranê ev du roj in sînorê hejmarek gundên herêmê topbaran dike ku bûye sedema tirsa bazirgan û gundiyan û hejmarek malên koçer û cotkar ji tirsa canê xwe dest ji karên xwe berdane.
Pasdarên Îranê doh Şemiyê ragihandibû ku wan li “herêma bakurê Iraqê” li dijî binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin