PeyamaKurd – Rojnamevanê Kurd Mihemed Sanri ku yek ji dozên li ser hatiye vekirin, ji ber parvekirina bikaranîneke peyva ‘Kurdistanê’ bû, ji wê dozê biryara beraeta wî hat dayîn.
Parvekirina ser medya civakî ya Mihemed Sanri ku ji axaftineke sala 1984an a derhêner û sînamagerê navdar Yilmaz Guney girtibû, wekî sûc hatibû nîşandan û doz lê hatibû vekirin.
Îro 20ê Hezîrana 2019an di daniştina sêyemîn a li Dadgeha Asliye Ceza ya 37an a Stenbolê de, ji bo doza bikaranîna peyva ‘Kurdistanê’ biryar hat dayîn.
Parêzera Sanri Pinar Bayram di parastina bo miwekîlê de xwe de, gotinên demek berê yên namzedê şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ên li Diyarbekirê ku peyva Kurdistanê bikar anîbû bi bîr xist û beraeta miwekîlê xwe xwest.
Dadgehê bi hinceta ku ew peyv ji aliyê mezinên dewletê ve jî car caran tê bikaranîn û nakeve çarçoveya xala 216an a cezayê û bikaranîna wê peyvê nabe sedema tevlîheviyê û ziyanê nagihîne gelemperiyê, biryara beraetê bo Sanri da.
Hêjayî gotinê ye doh 19ê Hezîranê jî hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ji bo dozeke bi hinceta peyva ‘Kurdistanê’ parastina xwe kiribû û gotibû, pêwîste niha Binalî Yildirim jî bi min re bihata darizandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin