Trîfa Azîz: Ewlekariya Kurdistanê ji bo aramiya Rojhilata Navîn mifte ye

Dîroka Weşanê :
Trîfa Azîz: Ewlekariya Kurdistanê ji bo aramiya Rojhilata Navîn mifte ye

PeyamaKurd – Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Tirîfa Azîzê, di daxuyaniyekê de tekez kir ku piştgiriya Herêma Kurdistanê ya li dijî komên tundrew, bingeha aştî û aramiya aborî ya li Rojhilata Navîn e. Azîz bang li rêveberiya Washingtonê kir ku ji bo xurtkirina şiyanên parastinê yên Kurdistanê du gavên lezgîn bavêje.

Trîfa Azîzê bi eşkereyî daxwaz ji rêveberiya Amerîkayê kir ku van gavan bibe serî:

Parastina Hewayî: Radestkirina pergalên parastina hewayî û dronan ku di bin Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî ya 2024an de soz hatibûn dayîn, da ku sivîl û tesîsên enerjiyê bên parastin.

Bêçekkirina Milîsan: Zextkirina li ser hikûmeta Iraqê da ku komên çekdar ên ne-dewletî yên ku herêmê bêîstîqrar dikin, bêçek bike.

Nûnera KRGyê êrîşa 26ê Mijdarê ya li ser zeviya gaza Kor Morê bi bîr xist. Ev zeviya ku ji aliyê Amerîkayê ve tê fînansekirin, ji aliyê milîsan ve hatibû hedefgirtin. Azîzê destnîşan kir ku ev êrîş gefeke rasterast e li ser hevkariya stratejîk a Kurd û Amerîkiyan û nirxên demokratîk ên herêmê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di serdema yekem a serokatiya Donald Trump de, Pêşmerge û artêşa Amerîkayê bi hev re li dijî DAIŞê şer kirine û ev hevkariya serkeftî divê berdewam bike.

Azîzê bal kişand ser potansiyela aborî ya Kurdistanê jî û got:

  • Herêm dikare rojane 450 hezar bermîl petrol hinardê bike.
  • Zêdetirî 40 şîrketên navneteweyî (mîna Google, IBM, Visa) li herêmê kar dikin.
  • Îsal bi şirketên Teksasê re peymanên bi nirxê 110 milyar dolarî hatine îmzekirin.

Trîfa Azîzê di dawiya peyama xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê amade ye bibe şirîkekî bihêz ê enerjî û aboriyê ji bo Amerîkayê, lê ji bo vê yekê divê pêşî li tundrewiyê were girtin û ewlekariya herêmê were mîsogerkirin.