PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Yenişehirê li ser rêya trênê ya buhira hemzemînê, trênê li keçekî 16 salî xist û keçik dijwar birîndar bû. Li ser keçikê nasnama wê derneket da bizanibin çi kes e. Bûyer li dora 20.00 ê êvarê çêbû.
Li ser şandina peyamekî ji bo tîmên 112 ê yên tenduristiyê, tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê û piştî mudaxeleyê birîndarê kirin, wê birin nexweşxana Gazi Yaşargil ya perwerdê û lêkolînê.
Polîs li ciyê qezayê lêkolîna xwe kirin û trêna barhilgir ku ji Meletiyê bar dibir Batmanê rêya xwe dewam kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin