PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina îro 22yê Çileyê 2020an a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Davosê de, daxuyaniyek belav kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de, rewşa Iraqê bi giştî, peywendiya Herêma Kurdistanê ligel Amerîkayê û girîngiya wê bi taybetî di warê alîkariya enerjiyê de, peywendiyên Hewlêr-Bexda, metirsiya serhildana teror û çawaniya berengarbûnê, rewşa navçeyê bi giştî û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi welatên herêmê re û herwiha rewşa Sûriyê hat gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Serokê Herêma Kurdistanê li ser navê gelê Kurdistanê, ji ber piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, spasî li Serok Trump û Amerîkayê kir û pêzanîn parve kirin.
Nêçîrvan Barzanî di kombûnê de bal kişand ser ku niha teror li navçeyê metirsiyeke rasteqîn e û ji ber wê yekê girîng e hevpeymana navdewletî li ser erka xwe berdewam be.
Di beşeke din a hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî puxteyeke derbarê Herêma Kurdistanê her ji raperîna 91ê heta azadiya Iraqê û qonaxa piştî sala 2003 û rola Herêma Kurdistanê di binyatdanîna Iraqa nû de pêşkêş kir û daxwaza Herêma Kurdistanê bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Amerîkayê di warên cuda de nîşan da.
Herwiha di civînê de Donald Trump jî gelê Kurdistanê weke miletekî mezin bi nav kir û ragihand, “Em deyndarên we ne” û herwiha spas û pêzanînên Amerîkayê derbarê rola Herêma Kurdistanê û Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û parastina pêkhateyên ayînî û netewî yên Kurdistanê de anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin