Îsraîl û Îmarat li ser Filîstînê li hev kir, Trump daxuyanî da

Îsraîl û Îmarat li ser Filîstînê li hev kir, Trump daxuyanî da

PeyamaKurd – Îsraîl û Îmaratên Erebî li ser çarenivîsa zeviyên Filîstînê ji bo nexşerêyekê li hev kirin û Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ew yek wekî ‘rêkeftineke dîrokî’ ragihand.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Welîehdê Îmarat Ebûzebî Mihemed bin Zayid pêwnediyeke telefonî pêk anîn û hat ragihandin ku herdu alî li ser mijara Filîstînê gihîştine rêkeftinê.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump jî da xuyakirin, Îmarat û Îsraîlê “rêkeftineke dîrokî” îmze kirine.

Mihemed bin Zayid bi rêya twitterê ragihand: “Di pêwendiyeke telefonî de îro li gel Serokê Amerîkayê Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, rêkeftin li ser rawestandina zêdekirina zeviyên Filîstînî ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin. Herwiha Îmarat û Îsraîlê li hev kirin, ku nexşerêyekê ji bo karê hevbeş û pêwendiyên du alî amade bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin