PeyamaKurd- Piştî hevdîtina Tirkiyê, Lîbya û Maltaye li Trablûsê, her sê dewlet bi hevre peyamekî dan. Her du dewlet Tirkiye û Malta destekê didin hukumeta rewa ya Lîbyayê, çareseriya mijara Lîbyayê bi leşkerî nabe û aramî û îstaqrara Lîbayayê mijareka heyatiye. Peyama her sê dewletan ji aliyê wezareta karên derve ya Tirkiyê de hat belavkirin. Wezîrên karên derve yên Tirkiye, Lîbya û Maltayê bo li Lîbyayê hevkariyê bikin, îro li Trablûsa Lîbyayê civînekî pêkanîn. Peyama wan weha ye:
“Malta û Tirkiye hukumeta Lîbyayê ya di navdewletî de rewa tê qebûlkirin destek dikin, çareseriya leşkerî ne çareye û îstîqarar û ewlekariya Lîbyayê tiştekî heyatiye.”
Di peyamê de behsa hevkariyê, dagera şîrketên Malta û Tirkiyê bo Lîbyayê, destpêkirina seferên navbera Lîbya, Malta û Tirkiyê, koçberî ne tenha bo YA yê lê bo Lîbyayê jî tehdîde, xurtkirina sînorên başûr yên Lîbyayê, têkoşîna bi bazirganiya mirov û ya koçberan re, hinek mijarên din bûn ku her 3 dewlet li ser wan axifîn.
Bo zêdekirina kapasite ya Hêzên Peravê yên Lîbyayê, Malta û Tirkiye amadebûna xwe aşkera kirine ku destekê bidin hukumeta Lîbyayê.
Her 3 dewlet biryarê dane ku komîteyekî hevpar ya bo xalên ku li ser wan biryar hatine dayîn, bo birêvebirina wan xalan, ava bikin
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin