PeyamaKurd – Di 19ê Adarê de Japonya û Kanada daxwuyanî dan ku ew amade ne destekê bidin ji bo vekirina Buhira Hurmizê. Ji dewletên Ewrûpayê Îngîltere Fransa, Almanya, Îtalya, Hollanda, û di gel wan Japonya û Kanada daxwuyaniya hevpar dan û balê kişandin ser rûdanên li herêmê ku li ser sehayên sîvîl û enerjiyê bandorê dikin.
Dewletên navborî ragihandin ku ji bo Hurmiz vebe û keştiyên bazirganiyê tê de herin û dagerin, amade ne ku destekê bidin.
Di dxawuyaniyê de dewletên navborî gotin ku rûdanên li Hurmizê ji bo neqliya navdewletî û zincîra amadekirna enerjiya kureyî talûkeyên ji dil in û dê destekê bidin xebatên ji bo vekirina Hurmizê.
Berya daxwuyaniya navborî, Trump gazinan kiribû ku kes destekê nade vekirina Hurmizê û daxwuyaniya li jorê ya dewletan ket piştî gazinên Trump yên di 17ê Adarê de.
Li gor rêjeyên şîrketa analîzê Kplerê; di nav vê mehê de tenê 99 keştî di Hurmizê de derbas bûne û rojane dike 5 an 6 keştî. Di nava wan de tenê 1/3 keştiyên Îranê ne.
Li gor rêjeyên koalisyona navdewletî; berya şer her roj di Hurmizê de 138 keştî derbas dibûn. Rêjeyên niha aşkera dike ku rewşa Hurmizê û bazara dinyayê ya petrol û enerjiyê çendîn di nav talûkê de ye.