PeyamaKurd – Li gorî ajansa (Amîda News) radigihîne; li Diyarbekirê jineke di koma tûrîstan de hevsengiya xwe winda kir û ji dîwarên Birca Keçikan ket xwarê. Jina ku serê wê di encama ketinê de şikest û bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Jineke 60 salî ya ku îro (8ê mijdara 2024an) a di koma tûrîstan de hilkişiya ser sûrên Deriyê Mêrdînê Birca Keçikan, hevsengiya xwe winda kir û ket xwarê.
Hate zanîn ku jina ku navê wê nehat zanîn di encama şemitînê de ket xwarê û serê wê û lingên wê şikestin.
Li ser agahiya kesên li derdorê ekîbên tenduristiyê hatin cihê qezeyê û jina ku di sûran werbû rakirin nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku birînên wê giran in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin