Peyama Kurd – Parlamentera Partîya DEM'ê di parlamentoya Tirkîyeyê de, li ser helwesta dewletê ya li dijî ziman û çandên cihê rexneyên tûnd kirin û got, “Ev ne qirkirina çand û ziman be, ev çi ye?”
Parlamentera Mêrdînê ya Partiya DEM'ê Bêrîtan Güneş, li parlamentoya Tirkîyeyê, di rûnîştina ji bo budceyê de axivî û rexneyên tûnd li helwestan Tirkîyeyê ya li dijî çand û zimanên cihê kir.
Bêrîtan Güneş ku axaftina xwe bi kurdî kir û bi pankartên wergera tirkî, balê kêşa ser xebatên ronakbîrê Kurd Mûsa Anter û hevalên wî yên ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û Enstîtuya kurdî ya ku wan ava kiribû.
Güneş, bi bîr xist ku piştî derba 15'ê Tîrmeha 2016'an dezgehên wek Kurdî-Der, Saziya Zimanê Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û gellek dezgehên din ku ji bo pêşxistina Kurdî xebatan dimeşandin hatine girtinû got, “Em li TDKê ( Dezgeha Ziman a Tirk) dinêrin, ji bo Kurdî ti xebatan nake. Biz saziyên ku me ji bo pêşxistina zimanê kurdî vekiribûn jî girtin. We (Tirkîye) şerh danî ser Peymana Mafê Zarokan a Perwerdehîya Zimanê Makî. Zarok nikarin bi zimanê xwe yê makî perwerdehiyê bibînin. Wê demê ev ziman wê çawa bi pêş bikeve?”
Güneşe di berdewamiya axaftina xwe de pirsan li parlamenteran kir û got:
“Zimanê gelên li Tirkîye û Mezopotamyayê dijîn wê çawa bi pêş bikevin? Ev ziman wê çawa derbasî nifşên nû bibin? Ez li vir dipirsim: Eger ev ne qirkirina çand û ziman be, ev çi ye?”
Bêrîtan Güneş, di dawîya axaftina xwe de, li gel nivîsên li ser pankartan ên bi wateya axaftina xwe ya tirkî, bi kurdî got, “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me diroka me ye. Zimanê me çanda me ye. Em ê wî biparêzin.''
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin