PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke ku Rûdawê ji Ajansa Anadolu (AA)yê wergirtiye, li navçeya Erdîşê ya bajarê Wanê ya di qezayekê de kesekî canê xwe ji dest daye û 7 kes jî birîndar bûne.
Qeza derengiya şeva bihirî li ser riya Erdîş-Wanê li Xaçerêya Peravê qewimiye. Di qezayê de mînîbuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîne. Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û agirvemirandinê çûne cihê bûyerê.
Di bûyerê de 8 kesên di nav her du wesayitan de birîndar bûne. Tîmên tenduristiyê birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.Tevî hemû midaxeleyên bijîşkan jî birîndarekî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin