Wezareta Darayî: Îro 120 mîlyar dînar wê jî Bexdayê re bê şandin

Dîroka Weşanê :
Wezareta Darayî: Îro 120 mîlyar dînar wê jî Bexdayê re bê şandin

PeyamaKurd - Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (KRG) ragihand ku îro, Duşemê 22ê Kanûna Pêşîn a 2025an, 120 milyar dînarên Iraqî wê wekî beşek ji dahatên derveyî petrolê yên herêmê, li hesabê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal a Iraqê werin razandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew pere wê bi pereyê naqd ji bo hesabê Wezareta Darayî ya federal a li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê were veguheztin.

Wezaretê herwiha ragihand ku lîsteyên mûçeyên meha Mijdarê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê tîmê teknîkî ve hatine amadekirin û di 7ê Kanûna Pêşîn a 2025an de ji Beşa Hesabdariyê ya Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê re hatine şandin.